‘Yasîn’ li Entabê rûyê feqîran kenandin - Mardindosthaber
21 Ekim 2017 16:59          Ana Sayfa Ana Sayfa    Fotoğraf Galeri Foto Galeri    Video Galeri Video Galeri    Video Galeri RSS    İletişim    Künye    Sitene Ekle         
 
‘Yasîn’ li Entabê rûyê feqîran kenandin
Weqfa Kerwana Ûmudê li Entabê li ser navê Yasîn Boru û hevalên wî ji hezar 500 malbatan re goştê qurbanan belav kir.
-
05 Eylül 2017 Salı Saat 15:51
-
Di bergeha kampnayaya “Ew goştên ku Yasîn Boru nikaribûn bigihijînin hûn bigihîjinin” de li Entabê ji hezar û 500 malbatên ku di nav wan de penaberên Sûrî jî hebûn re alîkariya goştê qurbanan hat kirin. Alîkariya goştê qurbanan bi xebata ku ji teref Weqfa Kerwana Ûmudê ve hat kirin hatin belavkirin. Endam û dildarên ku destekê didan kampanyayê di xebatan de cî girtin û hewil dan goştên qurbanan ji feqîr û jaran bikin.

Nîhat Bakşiyê ji rayedarên Temsîlkariya Weqfa Kerwana Ûmudê ye derheqê mijarê de diyar kir ew li ser bîranîna Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di sala 2014an de ji teref HDP/PKKyiyan ve bi şikleke hovane hatin qetilkirin ji hezar û 500 malbatên feqîr û jar re alîkariya goştê qurbanan kirine.

Bakşî di berdewama axavtina xwe de diyar kir eyda temamê alema Îslamê pîroz kir û wiha got: “Me di bergeha kampnayaya “Ew goştên ku Yasîn Boru nikaribûn bigihijînin hûn bigihîjinin” de li Entabê ji hezar û 500 malbatên ku di nav wan de penaberên Sûrî jî hebûn re alîkariya goştê qurbanan belav kir. Yasîn Boru û hevalên wî dema ku goştên qurbanan belav kirin bi hovane hatin qetilkirin. Em jî wek mîna Yasînan bi xebateke zêde me hewil da da ku em goştên qurbanan ji kesên feqîr û jar re belav bikin. Em ji kesên dildar û endamên weqfê û herwiha ji xortên ku bi me re hereket kirin re teşekur dikin. Xweda ji temamê wan kesên ku keda wan di nav vê alîkariyê de heye razî be.

Bakşî di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew ji ber ku li ser navê Yasîn Boru û hevalên wî goşt bealv kirine bextewar û serbilind in.

Malbatên ku ji wan re goştê qurbanan hatin belavkirin teşekurên xwe ji weqfê re anîn zimên.(ÎLKHA)

YORUMLAR - YORUM YAZ      
Bu habere henüz yorum yapılmadı. Bu haberde ilk sözü siz söyleyin!

DİĞER HABERLER
SONDAKİKA HABERLER!
Yazarlar
İmsak Güneş Öğle İkindi Akşam Yatsı
04:48 06:23 12:12 15:17 17:41 19:05
Konuk Yazarlar
Çok Okunanlar

YORUMCU: AYŞEN Özen
YORUMCU: mardini
YORUMCU: Veysi itmş
YORUMCU: Necmi
YORUMCU: BAV€ AMMAR
YORUMCU: AGA
Mardin Hava Durumu :
MARDIN
Foto Galeri    Video Galeri    Güncel    Ekonomi    Spor    Eğitim    Siyaset    Yaşam    Sağlık    Dünya    Kültür-Sanat    Bilim-Teknoloji   

İletişim - Künye - Sitene Ekle - RSS Servisi - Bütün Manşetler

Tüm Hakları Saklıdır © 2012 - İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.