ÎYAZ BÎN GANEM KÎ YE? - Mardindosthaber
07 Aralık 2019 12:22          Ana Sayfa Ana Sayfa    Fotoğraf Galeri Foto Galeri    Video Galeri Video Galeri    Video Galeri RSS    İletişim    Künye    Sitene Ekle         
 
ÎYAZ BÎN GANEM KÎ YE?
Kelhaamed.com sitesinden alınmıştır.
-
25 Temmuz 2019 Perşembe Saat 12:21
-
Li gor tê texmîn kirin Îyaz bîn Ganem di sala 582’da hatîye gerdunê. Berî bibe misilman navê wî Abduganm bu. Ji ber şihîbandina nav û kunya xwe bi pismamê xwe Îyaz bîn Zuheyr û Îyaz bîn el Eşarî ê go jê hedîs rîwayet kirî ye tevli hev tê kirin.

Li gor tê zanîn di dema Mekkê da bu ye misilman, ji ber zordarîya muşrîkan tevli hîcreta duyemîn a bi bal welatê hebeşîyaya bu ye. Tevli herbên Bedr, Uhud, Xendek bu ye hetta di tevî ğezva di li cem pêxember cîye girtî ye. Peymanê Hudeybîyê jî amade bu ye.(îbn Hacer, III, 50.)

Piştî wefata cenabê pêxember –aleyhîssalatu vesselam- di tekoşîna hemberî murtedan da cenabê Ebu Bekir ew kumandartî şandi bu Iraqê.

Piştî bi cenabê Xalidê kurê Velîd re li Hîre gihaştin hev û Dumetülcendel cara duyemin bi dest xistin bi walîtî tayini wir bu.

Ebu Ubeyde bîn Cerrah ew di fetha Dimaşkê de kiribu kumandarê suwarîyan. Di herba Yermukê jî Iyaz bîn Ganem ji penc kumandarê yek jê bu. Iyaz bin Ganem di vê herbê di piştî arteşa Bîzans meğlub bu bera leşkerê wan da hetanî Meletyê. Xelqê bajar piştî go dana cizye qebul kir bi wanra peymanek li darxist û vegerîya. Ji ber wê ê go derya erden Bîzansê ê go li arteşên Îslamê vekirye tê qebul kirin. Di sala 637 da fetha Qudsê jî wezife stend. Him di fetha Halebê him di çuna ser Antakya de him di fetha Menbîçê de kumandarê suwarîya bu. Peymanên bi xelqên Haleb, Menbîc, Raban û Dulukre wî çekiri bu.

Ebu Ubeyde bo piştî wefata xwe wekîl tayin kir bu. Cenabê Umer bîn Xettap ew tayînî walîtîya Kinnesrîn û el-Cezîre kir û bi fetha heremê wezîfedar kir. Di mehek Şabanê de bi çend hezar leşker bere xwe da el Cezîre. Pêşî Rakka bi aşîtî bi dest xist. Peymanek bi wanra ava kir. Piştra bere xwe da Rihayê. Di salên 630-640 da Rihayîya piştî berxwedanek kurt bi Iyaz bin Ganem ra Peyman qebul kirin. Cenabê Iyaz ji qumandarên xwe cenabê Safvan bîn Muattal û Habîb bîn Mesleme şand Samsatê, ew jî çu Herranê. Herran jî bi aşîtî bi dest xist û peymanek bi wanra jî ava kir.

Piştra Aynülverde, Dârâ, Xabur, Serûc fetih kir û vegerîya ser meletya, Karkîsîya û Nisêbînê.

Ji qumandarên xwe Umeyr bîn Sad bi fetha Sîncar, Eşter, Amîd û Meyyafarqîn wezîfedar kir. Tê gotin go di fetha her du bajaran de bi alîkarîya cenabê Xalîd bîn Velîd biserketîye.

Piştî go li ser xwesteka Sad bîn Ebî Vakkas quwwetek ji bo alîkarîyê jêre dişine Iraqê ew jî Merdînê distêne û berê xwe dide Musulê. Erzen, Derbe, Bitlîs, Axlat û Besnî fetih dike û dîs vedigere Reqqayê.

Di teqrîben di neqeba sê salan (z. 638-641) da hema bê temamê herema el-Cezîre tevli erden îslamê dike. Divê dema vegera dawî bal Reqqayê ve, wexta li wire nameyek jê re tê ji cenabê Umer bîn Xettap. Jê ra tê gotin divê vegere Şamê û Yezîd bin Ebu Süfyanê go nexweşê go wefat bike şuna wî îdara wir bike. Piştî nameyê ew jî li şuna xwe Utbe bin Ferkad dihêle û dirêde berî bikê Şamê ev li Humusê wefat dike. Wî defnî ba cenabê Xalîd bin Velîd dikin.

Li gor tê zanîn malbata cenabê Iyaz li Amîdê(Dîyarbekrê) ma ye û malbata Ebu Eyyub ji nesla wî hatîye.

Xususîyetên Iyaz bîn Ganem ê mezin: Wexta mervên wî wezîfa fermî jê xwestine ew redkirine û tiştê ji ğenîmetê behra wî ketîye tev înfaq kirye jiber wê ğeyrî du hespa û devekî mîras li duxe nehiştîye. Evana jî didin nişandan go mirovek rast û camêr bu. Hedîsa go Iyaz bîn Ganem rîwayetkirye di Müsneda Ahmed bîn Hanbel de cî stendîye. (III. 403-404)

Rehma Xweda Iyaz bîn Ganem bê, Xweda me ji xeyr û berekata wan mehrum neki.

Çavkanî: https://www.yeniakit.com.tr/haber/iyaz-bin-ganem-kimdir-nerelidir-iyaz-bin-ganem-ne-zaman-yasadi-846405.html

Werger: Fatih AKMAN

YORUMLAR - YORUM YAZ      
Bu habere henüz yorum yapılmadı. Bu haberde ilk sözü siz söyleyin!

DİĞER HABERLER
SONDAKİKA HABERLER!
Yazarlar
İmsak Güneş Öğle İkindi Akşam Yatsı
05:29 07:10 12:19 14:52 17:07 18:38
Konuk Yazarlar
Edip Akar
İsmail Zeynel
M. Mahmut K�l�n
M.H�seyin Demirk
�smail �evik
Mehmet Kara
Serhad Amed
Fethullah Zengin
Bedirhan Yi�it
Zeynep G�lery�z
Abdullah Eren
�mer �zda�
Aziz Yi�it
Makale Yarmas
Ay�e Aslan
Yahya S. Y�ld�z
Fasih Memi�
Sena D�ndar
Çok Okunanlar

YORUMCU: Sorgl ztrk
YORUMCU: SMAL EVK
YORUMCU: AYEN zen
YORUMCU: mardini
YORUMCU: Veysi itm
YORUMCU: Receb nidnek
YORUMCU: tayyar elito
YORUMCU: Necmi
Mardin Hava Durumu :
MARDIN
Foto Galeri    Video Galeri    Güncel    Ekonomi    Spor    Eğitim    Siyaset    Yaþam    Sağlık    Dünya    Kültür-Sanat    Bilim-Teknoloji   

iletişim - Künye - Sitene Ekle - RSS Servisi - Bütün Manşetler

Tüm Hakları Saklıdır © 2012 - izinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.