Kerwana Ûmudê bi sedan qurban serjê kir - Mardindosthaber
16 Aralık 2017 06:06          Ana Sayfa Ana Sayfa    Fotoğraf Galeri Foto Galeri    Video Galeri Video Galeri    Video Galeri RSS    İletişim    Künye    Sitene Ekle         
 
Kerwana Ûmudê bi sedan qurban serjê kir
Weqfa Kerwana Ûmudê ya ku ji xwe re kiriye armanc rûyê feqîr û jaran bikenîne li Êlihê bi sedan qurbanan serjê kir.
-
03 Eylül 2017 Pazar Saat 09:25
-
Weqfa Kerwana Ûmudê ya ku her saln bi alîkariya ku dike rûyê bi deh hezaran malbatên jar û feqîr dikenîne vê Eyda Qurbanê ji xwe re kiriye armanc ku ji bi hezaran kesên jar û feqîr re alîkariya goştê qurbanan bike.

Roja ewil a eydê bi sedan endam û dildarê Weqfa Ûmudê piştî nimêja eydê berê xwe dan mezbexanê û di nav hevkariyê de hewil dan qurbanan serjê bikin. Heywanên ku ji bo qurbanan hatibûn kirîn ji teref kesên ehlê karê xwe ve hatin serjêkirin.

Temsîlkarê Êlihê yê Weqfa Kerwana Ûmudê M. Elî Işik di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir bila Eyda Qurbanê ji ummeta Îslamê re bibe wesîleya xêran û derheqê serjêkirina qurbanan de agahiyan da.

Işik di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek Weqfa Kerwana Ûmudê ji xwe re kirine armanc ku ji bi hezaran malbatên feqîr re alîkariya goşt bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me di bergeha orgnanîzyona qurbana 2017an de temamê haziriyên xwe xelas kir û me qurbanên xwe stand û me wan anî mezbexanê.Piştî nimêja eydê digel wekaletên ku dan me me dest bi serjêkirina qurbanan kir. Heta niha nêzî 200 heywanan ji teref kesên ku ehlê karê xwe ve ne hatin serjêkirin. Heta niha wekaleta 350 heywanan ji me re hatiye dayîn. Kesên ku wekaletên xwe dane me bila zanibin keda hemû kesî di vî karê xêrê de heye. Me niyet kiriye goştê qurbanan îro beşlav bikin.”(ÎLKHA)

YORUMLAR - YORUM YAZ      
Bu habere henüz yorum yapılmadı. Bu haberde ilk sözü siz söyleyin!

DİĞER HABERLER
SONDAKİKA HABERLER!
Yazarlar
İmsak Güneş Öğle İkindi Akşam Yatsı
05:35 07:18 12:23 14:54 17:09 18:40
Konuk Yazarlar
Çok Okunanlar

YORUMCU: AYŞEN Özen
YORUMCU: mardini
YORUMCU: Veysi itmş
YORUMCU: Necmi
YORUMCU: BAV€ AMMAR
YORUMCU: AGA
Mardin Hava Durumu :
MARDIN
Foto Galeri    Video Galeri    Güncel    Ekonomi    Spor    Eğitim    Siyaset    Yaşam    Sağlık    Dünya    Kültür-Sanat    Bilim-Teknoloji   

İletişim - Künye - Sitene Ekle - RSS Servisi - Bütün Manşetler

Tüm Hakları Saklıdır © 2012 - İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.