Ji Cemaata Hîzbullah li dijî îşxala siyonîst bangewazî - Mardindosthaber
23 Ekim 2017 07:21          Ana Sayfa Ana Sayfa    Fotoğraf Galeri Foto Galeri    Video Galeri Video Galeri    Video Galeri RSS    İletişim    Künye    Sitene Ekle         
 
Ji Cemaata Hîzbullah li dijî îşxala siyonîst bangewazî
Cemaata Hîzbullah ji rejîma îşxalker a siyonîst re ji ber ku Mescîda Eqsayê girtiye bertekeke tund nîşan da û bang li temamê Mislimanan kir da ku temamê Mislimanan li her cihî berteka xwe nîşan bidin.
-
17 Temmuz 2017 Pazartesi Saat 14:04
-
Weke ku tê zanîn rejîma îşxalker a siyonîst berî vê çend rojan têketin û derketina Mescîda Eqsayê girtibû û li Mescîda Eqsayê kirina nimêja Înê asteng kiribû û her wiha di hewşa Mescîda Eqsayê de 3 ciwanên Filistînî şehîd kiribû.

Ji ber van hewadîsan ji teref Buroya Çapemeniyê ya Cemaata Hîzbullah ve ji siyonîst îsraîl re bertekek tund hat nîşandan û hat diyarkirin sedema wêrekbûna siyonîstan ‘ Ew perçebûn û tevlîheviya ku Misliman di nav de ne.’

Daxuyaniya ku ji teref Buroya Çapemeniyê ya Cemaata Hîzbullah ve hat weşandin bi 114emîn Ayeta Sûreta Baqarayê dest pê kir: “Ma ji wan kesên ku di malên Xwedê de zikirkirina navê Xwedê asteng dikin û ji bo mizgeft xera û wêran bibin hewil didin zalimtir kî heye? Ew kes encax bi tirsê dikevin wan mzigeftan. Ji bona wan li dinyayê rezîltî û li axretê jî ezabeke pir şedîd heye!”

“Divê Mislimana di nav wehdetê de hêzên xwe bikin yek û ji vê pê ve tû çare tuneye”

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat diyarkirin “Bêperwatiya rejîma îşxalê ya siyonîstan gihaştiye asta girtina Mescîda Eqsayê, astengkirina nimêja Înê û di hewşa mizgeftê de şehîdkirina xortan.Rejîma siyonîst vê cur’etê ji perçebûn û tevlîheviya ku Misliman di nav de ne distîne. Ev musîbetên ku tên jiyan divê ji temamê Mislimanan re bibin ders û ibret. Ji bo dawî li teşebûsên nemerd û rezîl bê anîn divê Misliman di nav wehdetê de hêzên xwe bikin yek û ji vê pê ve tû çare tuneye.”

“Divê Misliman li her derî bertek û nerazîbûnên xwe nîşan bidin”

Di berdewama daxuyaniyê de bang li temamê Mislimanan hat kirin da ku li her derî nerazîbûn û bertekên xwe li dijî rejîma îşxalker nîşan bidin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Em hêvî dikin ew roja ku ew ê tê de dar û kevir jî çeteyên sîyonîst di pey xwe veneşerin nêz be. Divê Misliman li her derî bertek û nerazîbûnên xwe nîşan bidin û hewil bidin da ku dawî li îşxala sîyonîst bê anîn. Îşxalkerên siyonîst bila vê baş bizanibin; Ummeta Îslamê û Mucahîdên Qehreman ên Îslamê ew ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe Mescîda Eqsayê û nirxên Îslamî biparêzin.”(ÎLKHA)

YORUMLAR - YORUM YAZ      
Bu habere henüz yorum yapılmadı. Bu haberde ilk sözü siz söyleyin!

DİĞER HABERLER
SONDAKİKA HABERLER!
Yazarlar
İmsak Güneş Öğle İkindi Akşam Yatsı
04:50 06:25 12:12 15:15 17:38 19:02
Konuk Yazarlar
Çok Okunanlar

YORUMCU: AYŞEN Özen
YORUMCU: mardini
YORUMCU: Veysi itmş
YORUMCU: Necmi
YORUMCU: BAV€ AMMAR
YORUMCU: AGA
Mardin Hava Durumu :
MARDIN
Foto Galeri    Video Galeri    Güncel    Ekonomi    Spor    Eğitim    Siyaset    Yaşam    Sağlık    Dünya    Kültür-Sanat    Bilim-Teknoloji   

İletişim - Künye - Sitene Ekle - RSS Servisi - Bütün Manşetler

Tüm Hakları Saklıdır © 2012 - İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.