Cemaat û şexsên Misliman divê bo Qudsê werin ba hev - Mardindosthaber
24 Ocak 2018 10:54          Ana Sayfa Ana Sayfa    Fotoğraf Galeri Foto Galeri    Video Galeri Video Galeri    Video Galeri RSS    İletişim    Künye    Sitene Ekle         
 
Cemaat û şexsên Misliman divê bo Qudsê werin ba hev
Mela Muhammed Beşîr Varolê ji alimên herêmê diyar kir divê cemaat, partî û şexsên Misliman bo Qudsê werin cem hev.
-
13 Aralık 2017 Çarşamba Saat 09:00
-
Piştî ku serokê şeytanê mezin Amerîka Qudsê wek paytexta sîyonîstên îşxalker nas kir û vê yekê ji cîhanê re daxuyand re Misliman li her derî bertek û reaksîyonên xwe nîşan dan û xwepêşanan li dar xistin. Ji alimên herêmê Mela Muhammed Beşîr Varol jî derbarê vê qerara şerr a Amerîka de nirxandinan kir û bo Mislimanan banga wehdetê kir.

Varolê ku diyar kir meseleya Qudsê meseleya hevpar a temamê Mislimanan e di nirxandina ku kir de destnîşan kir cemaat, partî û şexsên Misliman divê bo Qudsê werin ba hev.

“Divê em li Mescîda Eqsayê jî xwedî derkevin”

Varol di berdewama axavtina xwe de ji qerara Serokê Amerîka Trump re berteke tund nîşan da û derbarê mijarê de wiha axivî: “ Ez ji Xweda niyaz dikim ku ev qerara ku derbarê Qudsê de hatiye dayîn bibe wesîleya wehdeta Mislimanan. Înşaallah ev qerar dê bibe azadîya Qudsê. Ev meseleya Qudsê wek meseleyên din bi hev ve girêdayîye. Quds mala Xwedê ye û sedemeke din a li Qudsê xwedîderketinê jî ev e. Quds ji wan her sê camiyên ku muqaddes hatine îlankirin camîyek e. Her wisa temamê mizgeftan muqaddes in. Li gor gelek nassan ev her sê camî ji temamê camîyan muqaddesştir in. Çawa ku pêwîst e em li Mescîda Haram û Mescîda Nebevî xwedî derkevin; bi heman awayî divê em li Mescîda Eqsayê jî xwedî derkevin.”

“Ger Misliman li Îslamê xwedî derketibana îro Quds nediket holê”

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên ku li Îslamê xwedî dernekevin dê nikaribin li Qudsê jî xwedî derkevin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê Misliman ne tenê wê bêhurmetîya li Mescîda Eqsayê bi heman li wê bêhurmetîya ku li temamê camiyan tên kirin qebûl nekin û hedê wan kesên ku vê bêhûrmetîyê dikin bidin nîşandan û dersa wan bidin wan. Lê niha meseleya me Quds e. Kesê ku Îslamê xwedî dernekeve nikare li Qudsê jî xwedî derkeve, qanaata min ev e. Lewra Quds bi Îslamê muqaddes bûye. Ger Misliman li Îslamê xwedî derketibana îro Quds nediket holê. Ji ber ku Misliman îro wezîfeya xwe nakin Mescîda Eqsaya ku ji sê camîyên muqaddes camîyek e di bin destê cihûyan de êsîr e.”

“Divê Misliman li ser meseleyên mişterek werin bal hev û meseleyên şexsî bavêjin pey xwe”

Varolê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir êsîrbûna Qudsê ji xwe di qelbên Mislimanan de birînek e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Feqet Trump kamûşka wê birînê rakir.Înşaallah ev mesele dê bibe wehdeta Mislimanan. Divê temamê Mislimanan li ser vê meselê bisekinin. Ger Misliman li ser meseleyên mişterek werin bal hev û meseleyên şexsî bavêjin pey xwe ew ê bi izna Xwedê dê di nav Mislimanan de wehdet pêk bê.”

“Meseleya Qudsê ne meseleyeke mezhebî û qewmî ye”

Varol di dawîya axavtina xwe de diyar kir meseleya Qudsê meseleya hevpar a temamê Mislimanan e û dû re wiha dawî li axavtina anî: “Meseleya Qudsê ne meseleyeke mezhebî û qewmî ye. Ev meseleya temamê qewman û ummettê ye. Divê temamê cemaat, partî û şexsên Misliman bo Qudsê werin bal hev û divê bo azadîya Qudsê îstîşareyan bikin. Înşaallah ew ê ev gav dê di nav Mislimanan de bibin wesîleya wehdetê û rizgarîya Qudsê.”(ÎLKHA)

YORUMLAR - YORUM YAZ      
Bu habere henüz yorum yapılmadı. Bu haberde ilk sözü siz söyleyin!

DİĞER HABERLER
SONDAKİKA HABERLER!
Yazarlar
İmsak Güneş Öğle İkindi Akşam Yatsı
05:40 07:19 12:40 15:23 17:40 19:09
Konuk Yazarlar
Çok Okunanlar

YORUMCU: AYŞEN Özen
YORUMCU: mardini
YORUMCU: Veysi itmş
YORUMCU: Necmi
YORUMCU: BAV€ AMMAR
Mardin Hava Durumu :
MARDIN
Foto Galeri    Video Galeri    Güncel    Ekonomi    Spor    Eğitim    Siyaset    Yaşam    Sağlık    Dünya    Kültür-Sanat    Bilim-Teknoloji   

İletişim - Künye - Sitene Ekle - RSS Servisi - Bütün Manşetler

Tüm Hakları Saklıdır © 2012 - İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.