“ Em tesîra gotina ‘ew ê 28ê Sibatê hezar sal berdewam bike’ di roja me de dibînin” - Mardindosthaber
21 Ocak 2019 04:07          Ana Sayfa Ana Sayfa    Fotoğraf Galeri Foto Galeri    Video Galeri Video Galeri    Video Galeri RSS    İletişim    Künye    Sitene Ekle         
 
“ Em tesîra gotina ‘ew ê 28ê Sibatê hezar sal berdewam bike’ di roja me de dibînin”
Serokê Şaxa Diyanetê yê Dîyanet-Senê Omer Evsen destnîşan kir “ Em tesîra gotina ‘ew ê 28ê Sibatê hezar sal berdewam bike’ di roja me de dibînin.”
-
11 Ocak 2019 Cuma Saat 09:38
-
Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê Serokê Şaxa Diyanetê yê Dîyanet-Sena Diyarbekirê Omer Evsen ziyaret kir. Di ziyareta ku hat kirin de înîsîyatîfê qala mexdûrîyeta malbatên ku hatine mexdûrkirin kir.

Musab Arasanê Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê di ziyareta ku hat kirin de destîşan kir di pêvajoya 28ê Sibatê de darbeyek hat kirin û pêvajoya daraza bi birifîng dest pê kir. Arasan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di vê pêvajoyê de gelek kes hatin mexdûrkirin. Piştî pêvajoya 28ê Sibatê vêcar pêvajoya daraza FETO dest pê kir. Ew jî pêvajoyeke berî xwe dan destpêkirin û derbarê gelek însanên bêsûc de qerar dan û bi van qeraran gelek însanên bêsûc û bêguneh hêj di girtîgehan de tên girtin. Gelek neheqî li wan Mislimanan hat kirin. Bêhiqûqî di pêvajoya darazê de jî berdewam kirin.”

Arasan di dawîya axavtina xwe de diyar kir teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê destnîşan kir divê dosyayên van Mislimanên ku ji teref daraza FETO ve hatine mexdûrkirin ji nû ve bên vekirin û cardin bên darizandin. Arasan dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em dixwazin ev bêhiqûqîyên ku hatine kirin û hêj berdewam dikin bên çareserkirin.”

Serokê Şaxa Diyanetê yê Dîyanet-Senê Omer Evsen jî di hevdîtina ku hat kirin de balan kişand li ser neheqî û bêhiqûqîyên ku di pêvajoya 28ê Sibatê de hatine kirin û destnîşan kir “ Em tesîra gotina ‘ew ê 28ê Sibatê hezar sal berdewam bike’ di roja me de dibînin. Pêwîst e gavên ku 28ê Sibatê ji holê rabikin bên avêtin.”(ÎLKHA)

YORUMLAR - YORUM YAZ      
PAYLA :
Bu habere henz yorum yaplmad. Bu haberde ilk sz siz syleyin!

DER HABERLER
SONDAKKA HABERLER!
Yazarlar
msak Gne le kindi Akam Yats
05:41 07:21 12:39 15:20 17:37 19:05
Konuk Yazarlar
Abdullah Kavan
Edip Akar
�smail �evik
Mehmet Kara
Serhad Amed
Fethullah Zengin
Bedirhan Yi�it
Zeynep G�lery�z
Abdullah Eren
�mer �zda�
Makale Yarmas
Ay�e Aslan
Aziz Yi�it
Fasih Memi�
Sena D�ndar
Yahya S. Y�ld�z
ok Okunanlar

YORUMCU: Sorgl ztrk
YORUMCU: SMAL EVK
YORUMCU: AYEN zen
YORUMCU: mardini
YORUMCU: Veysi itm
YORUMCU: Receb nidnek
YORUMCU: tayyar elito
YORUMCU: Necmi
Mardin Hava Durumu :
MARDIN
Foto Galeri    Video Galeri    Gncel    Ekonomi    Spor    Eitim    Siyaset    Yaam    Salk    Dnya    Kltr-Sanat    Bilim-Teknoloji   

letiim - Knye - Sitene Ekle - RSS Servisi - Btn Manetler

Tm Haklar Sakldr 2012 - zinsiz ve kaynak gsterilmeden yaynlanamaz.